May 14, 2022 15:59 Asia/Tehran
  •  Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) serdana Mîthat Sancar kir

Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bi armanca taziyê serdana Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar kir ku roja Çarşemê dayîka wî koça dawî kiribû.

Dayika Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelaj (HDP) Mîthat Sancar, Munîre Sancar Roja Çarşemê 13ê Gulana 2022an li Nexweşxaneyeke Stenbolê koça dawî kiribû. Beşek ji siyasetmedarên Tirkiyê bi armanca tazî û sersaxiyê serdana Mîthat Sancar dikin.

Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu jî şeva borî 13ê Gulana 2022an ligel şandeke partiya xwe serdana hevserokê HDPê kir û sersaxî li wî kirin.

Cenazeyê Munîre Sancar roja Înê 13ê Gulana 2022an piştî nimêja esrê ya li Mizgefta Yayli Miraç li Goristana Kocasînanê ya Stenbolê bi axê hat spartin.

Munîre Sancar a 78 salî ev demek bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Bahçelîevler a Stenbolê dihat dermankirin.

Serepeyv