May 12, 2022 11:50 Asia/Tehran
  • Erdogan parêzgarên Amed, Wan û Rihayê ji ser kar rakirin

Li Tirkiyê bi biryarnameyekê 9 parêzgar ji wan parêzgarên sê parêzgehên kurdî ji kar hatin dûrxistin û 20ê din jî hatin guhertin.

Biryarnameya jikardûrxistin û guhertina wan parêzgaran, îro Pêncşemê 12ê Gulana 2022ê bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di Rojnama Fermî ya wî welatî de hat belavkirin.

Di demekê de ku parêzgarên Enqere û Stenbolê li ser karên xwe berdewam in, her yek ji parêzgarên Amed, Wan û Riha yên parêzgehên kurdan û Bolu, Bartin, Kayserî, Uşak, Karaman û Îsparta yên Tirkiyê di çarçoveya biryarnamê de ji kar hatin dûrxistin û cihê 20 parêzgaran jî hat guhertin.

Parêzgarê Amedê Munir Karaloglu piştî danîna qeyûm bo ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, nêzîka du sal e wek qeyûm Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê birêve dibir. Munir Karaloglu, piştî ji kar dûrxistina parêzgarê berê yê Amedê Hasan Basri Guzeloglu dest bi kar kiribû. Li Şûna Munir Karaloglu, Parêzgarê Mêrsînê Ali Ihsan Su bu parêzgarê nû yê Amedê û qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

Parêzgarên Meletî, Êlih, Şirnex, Sêwaz ên parêzgehên din ên kurdî di nav wan 20 parêzgaran de ne ku cihê wan hatiye guhertin.

Serepeyv