3 leşkerên din ên Tirkiyê li bakurê Iraqê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i333576-3_leşkerên_din_ên_tirkiyê_li_bakurê_iraqê_hatin_kuştin
Di operasyonên li bakurê Iraqê de 3 leşkerên din ên Tirk hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 27, 2022 17:44 Asia/Tehran
  • 3 leşkerên din ên Tirkiyê li bakurê Iraqê hatin kuştin

Di operasyonên li bakurê Iraqê de 3 leşkerên din ên Tirk hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, wezareta berevaniya Tirkiyê îro Çarşemê ragihand ku bi kuştina van 3 serbazan, hejmara kuştiyên artêşa Tirkiyê di operasyona Tirkiyê li bakûra Iraqê, gihîşt 6 kesan.

Ji aliyekî din ve, tevî nerazîbûna tund a berpirsên Iraqê li hember berdewamiya êrişên artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar tekez kir ku êrişên artêşa tirk berdewam dikin.

Tirkiyê li bakurê Iraqê bi heceta şerê li dijî endamên PKK’ê dest bi operasyona bi navê “Pence Kilîl” kir.

Wezareta Derve ya Iraqê vê dawiyê bang li Balyozê Tirkiyê li Bexdayê kir û ragihand ku nerazîbûna tund a wî welatî li hember berdewamiya êrişên Tirkiyê li ser bakurê Iraqê bigihîne rayedarên tirk, di vî halî de Wezareta Derve ya Iraqê heger û delîlên tirkiyê ji bo êrişa ser bakurê Iraqê red kirin û xwest ku Tirkiyê di zêtirîn dem de hêzên xwe bi temamî ji Iraqê derxîne da ku rêzê li serweriya neteweyî ya Iraqê bigire.