Nîsan 24, 2022 20:53 Asia/Tehran
  • Wezareta derve ya Tirkiyê daxuyaniya Biden a derbarê Komkujiya Ermeniyan protesto kir

Wezareta Derve ya Tirkiyê nerazbûn li beramber daxuyaniya Serokê Amerîkayê Joe Biden a derbarê Komkujiya Ermeniyan de nîşan da.

Serokomarê Amerîkayê Joe Biden di 107emîn salvegera "Komkujiya Ermeniyan" a sala 1915an de ku têde  derdora 1.5 milyon Ermenî hatibûn kuştin, daxuyaniyek nivîskî belavkir û tê de kuştina wê demê ya Ermeniyan dubare wek Komkujî bi nav kir.

Wezreta Derve ya Tirkiyê jî piştî daxuyaniya Serokomarê Amerîkayê bi daxuyaniyek nivîskî nerazîbûn dijî Joe Biden nîşan da û got: “Em daxuyanî û biryarên bi vî rengî ku bi armancên siyasî ji çarçoveya xwe tên dûrxistin red dikin û wan kesên ku tekeziyê li ser vê xeletiyê dikin şermezar dikin.”

"Komkujiya Ermeniyan" di salên dawîn ên Împeratoriya Osmaniyan de 24ê Nîsana 1915an destipê kir û heta salekê berdewam kir. Li gor texmînan di dema komkujiyê de milyonek û 500 hezar Ermenî hatine kuştin.

Sala derbasbûyî ew komkujî bi biryara Serokomarê Amerîkayê Joe Biden, ji aliyê Amerîkayê ve bi aweyek fermî hatibû naskirin û Tirkiyê wê demê nerazîbûn nîşan dabû.

Serepeyv