Nîsan 24, 2022 20:38 Asia/Tehran
  •  HDPê derbarê Komkujiya Ermeniyan de daxuyaniyek da

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi helkefta 107emîn Salvegera "Komkujiya Ermeniyan" de daxuyaniyek belav kir û got “107 sal di ser karesata mezin a komkujiya etnîkî û baweriyê re derbas bûn. Vê proseyê bi sirgunkirina bi sedan Ermenî û bi aweyekî sîstematîk kuştina gelekan ji wan berdewam kir.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro 24ê Nîsana 2022ê bi helkefta 107emîn Salvegera Komkujiya Ermeniyan di 24ê Nîsana 1915an de daxuyaniyeke nivîskî da.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ameje bi wê yekê dide ku di 24ê Nîsana 1915an de zêdeyî 200 hezar kes ji rewşenbîrên Ermen, ji malên xwe ber bi mirinê ve hatine şandin û diyar kir “107 sal di ser karesata mezin a komkujiya etnîkî û baweriyê re derbas bûn. Wê proseyê bi sirgunkirina bi sedan Ermenî û bi aweyeke sîstematîk kuştina gelekan ji wan berdewam kir.”

HDP dibêje “Polîtîkayên jinavbirina cudahiyan û ferzkirina nêrîna yek netew, yek ol û yek ziman û armancên dayîna jibîrkirinê ya gelên cuda li ser vê erdnîgariyê ji wê rojê û heta niha berdewam in.”

Di daxuyaniya HDPê de tê gotin “Rûbirûbûna ligel rastiyên dîrokî, daxwaza lêborînê ji gelên mexdûr û baweriyan, serlêdana rêyên dadmendî, famkirina ji hev û pêçana birînên dîrokî bi aweyekî ji dil, bo siberojeke hevbeş pêngaveke gelekî girîng e.”

Serepeyv