Nîsan 24, 2022 16:33 Asia/Tehran
  • Sed û Heftemîn Salvegera Nijadkujiya Ermeniyan ji aliyê Împeratoriya Osmanî ve

Îro Yekşemê (24ê Nîsanê) 107emîn salvegera Komkujiya Ermeniyan a sala 1915an e ku ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hatiye kirin.

Sed û Heft Salên berê, di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, Tirkên Osmanî Qirkirina Ermeniyan birêbe birin ku di encama vê cinayetê de hêzên Tirkiyê ermeniyên 6 parêzgehan ji malên wan derxistin û gelek ji wan qir kirin û gelek ji malbatên ermenî jî bi darê zorê koçandin herêma Dêrezorê ya Sûriyê.

Di dema koçberiya Ermeniyan de di nava çend rojan de bi sed hezaran ji wan ji ber tîbûn û birçîna jiyana xwe ji dest dan.

Ermenî dibêjin: Di Şerê Cîhanê yê Yekem de dewleta Osmanî bi giştî milyonek û nîv Ermenî kuştin. Hikûmeta Enqerê hejmara kuştiyan di navbera 300,000 û 350,000 ermenî de destnîşan dike. Dewleta Tirk bi israr dibêje ku Ermeniyan bi heman jimarê leşkerên Tirk kuştine.

Ermenistan daxwaza lêborîna fermî ji dewleta Tirk û dayîna tazmînata dîrokî ji Ermeniyan re û qerebûkirina xisar û ziyanan ji bo ermeniyan dike.

Lê rayedarên hikûmeta Erdogan pêşniyar kirine ku arşîv û belgeyên dîrokî yên her du aliyan bên berçavkirin û tîmeke hevpar a lêkolînerên tirk û ermenî ku di bin çavdêriya komek bêalî de bibin, li ser rastiyên dîrokî lêkolînan bikin.

Her sal di vê rojê de gelê Ermenî bûyera trajîk a Komkujiya Ermeniyan a sala 1915’an bi bîr tîne.

Serepeyv