Nîsan 19, 2022 13:59 Asia/Tehran
  • HDPê li hember daxuyaniyên serokê CHPê bertek nîşan da

Serokê CHP (Partiya Gel a Komarî) Kemal Kiliçdaroglu piştevaniya xwe ji bo operasyona artêşa Tirkiyê ya li ser axa Herêma Kurdistanê nîşan da û li hember wê HDPê bertek nîşan da û rexne li serokê CHPê kirin û ragehand: ‘’Bi wî awayî hûn dê pirsgirêka kurd çareser bikin?’’

Li hember daxuyaniyên serokê CHPê berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê Ebru Gunay ragehand: ‘’Erdogan hemû partiyên opozîsyonê kom dike ji bo dijminatiya kurdan û dixwaze hemû aliyan ve rewabûnê ji bo wî şerî ava bike.’’

Ebru Gunay ragehand: Li opozîsyona Tirkiyê binêrin çawa bersivê dide û piştevaniyê li şer dike. Ma hûn dê waha pirsa kurd çareser bikin? Çareseriya pirsgirêka kurd û pêşeroja demokrasiya Tirkiyê bi kuştinê nabe. Di vê meha Remezanê de li cîha kuştin û şer divê parastina pîroziya jiyanê bê kirin.

Serepeyv