Tirkiyê 21 hezar koçber dersînor kirine
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê belav kiriye, di çarîka yekem a 2022an de 21 hezar û 87 koçber ku bi rêyên qeçax xwe gihandine Tirkiyê bo welatên wan hatine dersînorkirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Koç û Koçberan ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di çarîka yekem a îsal de 21 hezar û 87 koçber ku bi rêyên qeçax xwe gihandine Tirkiyê û ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine desteserkirin, bo welatên wan hatine deportkirin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, 9 hezar û 654 koçber Efxanistanî, 4 hezar û 206 koçber Pakistanî û 7 hezar û 227 koçberên din jî welatiyên welatên din in. Her di wê demê de bi rêya 28 geştên esmanî yên organîzekirî, koçber bo welatên wan hatine deportkirin.
Di beşeke din a daxuyaniyê de behsa wê yekê tê kirin ku li ser torên civakî grûpên qeçaxçiyan propagandeya dîtina rêyên nû bo hatina nav sînorên Tirkiyê dikin û çendîn dîmenên vîdeoyî yên cihên din belav dikin ku qaşo sînorên Tirkiyê ne û bi asanî dikarin sînorên Tirkiyê bibezînin.
Herwiha hatiye tekezkirin ku bi rêya tîmên taybet ên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê heta niha 21 kes hatine desteserkirin ku li ser torên civakî van çalakiyan dikin.
Roja 17ê Sibata 2022an Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu gotibû, di dema pênc salan de nêzîka 620 hezar koçber ji Tirkiyê derbasî welatên rojava bûne. Herwiha 306 hezar û 138 koçberên Efxanistanî, Pakistanî û Efrîqî bo welatên wan hatine deportkirin û 484 hezar û 400 penaberên Sûrî li ser xwesteka xwe vegeriyane welatên xwe. Herwiha di vê demê de 170 hezar penaberên Sûrî jî hatine deportkirin.
Li Tirkiyê nêzîka pênc milyon penaber hene. Ji van sê milyon û 736 hezar û 91 penaber, Sûriyeyî ne.