Li Meclisa Tirkiyê li ser dosyaya Xaşiqcî nîqaş hatin kirin
Biryara ne çaverêkirî ya dadweriya Tirkiyê û şandina dosyaya kuştina rojnamevanê Siûdî bo Riyazê, parlamentoya Tirkiyê dilgiran û aloz kir.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB Newsê, Yûnis Emre nûnerê Partiya Komarî ya Gel li meclisa Tirkiyê li ser şandina dosyaya rojnamevanê siûdî bo Riyazê bal kişand ser gotinên raportera NY Agnes Kalamard ku ew kuştina bi cinayeta dewletî bi nav kir û şandina dosyaya kuştina rojnamevanê Siûdî bo Riyazê bi şidet rexne kir.
Emre got: "We dosyaya Cemal Xaşgeçî radestî kirdarên vî sûc û cinayetê kir ku wan bi kuştinê gef li Xanim Kalamard xwarin.Gelo wijdanê we rehet hêsa ye?"
Serokê Partiya Komarî ya Gel Kemal Klîçdaroğlu jî duh şandina dosyaya Xaşiqcî ji bo welatê Erebistanê şermezar kir û got ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di berdêla pereyên Siûdiyan de ev dosya radestî Riyazê kiriye.
Rojnamevanê dijberê Riyazê Cemal Xaşqecî di 10ê Cotmeha 2018an de ketibû avahiya Konsulxana Erebistana Siûdî ya li Stenbolê, lê qet jê derneke. Hikûmeta Tirkiyê bi belgeyên rast ragihand ku rojnamevanê erebistanî piştî ku derbasî avahiyê bûye ji aliyê ajanên Siûdiyê ve hatiye kuştin û meytê wî pirtî pirtî kirine.
Dezgeha dadweriya Tirkiyê herî dawî ragihandibû ku wan dosyaya kuştina Cemal Xaşiqcî, rojnamevanê dijberê hikûmetê Siûdî girtiye û dê vê dosiyê radestê hikûmeta Riyazê bikin.