Banka Navendî ya Tirkiyê rêjeya sûda bankî radighîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i333227-banka_navendî_ya_tirkiyê_rêjeya_sûda_bankî_radighîne
Îro Banka Navendî ya Tirkiyê sûda bankî radighîne û tê pêşbînîkirin weke xwe bi rêjeya 14% bimîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 14, 2022 09:33 Asia/Tehran
  • Banka Navendî ya Tirkiyê rêjeya sûda bankî radighîne

Îro Banka Navendî ya Tirkiyê sûda bankî radighîne û tê pêşbînîkirin weke xwe bi rêjeya 14% bimîne.

Encûmena destnîşankirina siyaseta pereyan ya banka Navendî ya Tirkiyê îro dicive.

Biryar e piştî bidawîhatina civînê rêjeya sûda bankî ji bo îsal bê ragihandin. Li gor rapirsiyeke Royterzê ku 18 abûrînas têde beşdar bûne, tê pêşbînîkirin rêjeya sûda bankî weke xwe bimîne.

Encûmena destnîşankirina siyaseta pereyan ya banka Navendî ya Tirkiyê di civîna xwe ya sêyem de ku 17 Adarê birêve çû, biryar da ku bo cara sêyemîn, sûda bankî bi rêjeya 14% bihêle.