Li Bodrumê bi ser malên Kurdan de girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i333211-li_bodrumê_bi_ser_malên_kurdan_de_girtin
Li navçeyên Bodrum û Mîlasê yên bajarê rojavayê Tirkiyê Muglayê polîsan ser bi malên Kurdan de girtin û 7 kesên ku hinceta beşdarî Newrozê bûne û bi îdîaya 'propagandayê' hatin desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 13, 2022 16:17 Asia/Tehran
  • Li Bodrumê bi ser malên Kurdan de girtin

Li navçeyên Bodrum û Mîlasê yên bajarê rojavayê Tirkiyê Muglayê polîsan ser bi malên Kurdan de girtin û 7 kesên ku hinceta beşdarî Newrozê bûne û bi îdîaya 'propagandayê' hatin desteserkirin.

Piştî pîrozbahiyên Newrozê li navçeyên Bodrum û Mîlasê yên bajarê rojavayê Tirkiyê Muglayê lêpirsîn hat destpêkirin.

Polîsên Tirkiyê di çarçoveya lêpirsînê de ser bi malên hin welatiyên ku beşdarî Newrozê bûne de girtin û 7 kes bi tometa 'propagandaya PKKê' desteser kirin.

Hat destnîşankirin ku serdegirtinên malan bi biryara Rêveberiya Ewlehiya Muglayê û rêveberiyên polîsan ên navçeyê kirin.

Herwiha hat diyarkirin ku polîsan li malên welatiyên ku hatin desteserkirin, dest danîne ser hin materyalên dîjîtal ên wan.

Lêpirsîna li ser 7 Kurdan berdewam dike.