Hevserokê HDPyê: Deyneke gel a aştiyê li ser ustiyê me ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i333164-hevserokê_hdpyê_deyneke_gel_a_aştiyê_li_ser_ustiyê_me_ye
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li komcivîna partiya xwe li Enqereyê tevî amajeya bi pevçûnên 40 salî li Tirkiyê got: Pêkanîna aştiyê li Tirkiyê armanca mezin a HDPyê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 11, 2022 12:06 Asia/Tehran
  • Hevserokê HDPyê: Deyneke gel a aştiyê li ser ustiyê me ye

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li komcivîna partiya xwe li Enqereyê tevî amajeya bi pevçûnên 40 salî li Tirkiyê got: Pêkanîna aştiyê li Tirkiyê armanca mezin a HDPyê ye.

Midhet Sencer, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çaremîn kongreya HDPyê li Enqereyê bi gotina vêya ku HDP ji bo pêkanîna Hevpeymaniya Demokrasiyê wek bijardeyeke cidî ji bo gelê Tirkiyê hewil dide, got: Em dizanin ku tu hikûmetek ku 20 salan desthilatdar bûye naxwaze dev ji puenên vê desthilatê berde. Di dosyeya vê hikûmetê da cinayetek mezin heye û ji dûhatên wê ditirse. Ev hikûmet hem naxwaze dev ji berjewendiyên xwe bikişîne û hem jî tirsa jidestdana desthilatê ketiye canê wê.

 

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) got: Rêçareya demokratîk û pêkhatina aştiyê wek deyna gel li usstiyê me ye. Avedankirina welêt jî armanca me ya dawiyê ye. Loma niha dema  pêkanîna aştiya mezin û demokrasiya bihêz e.