Emîr Elî Yaxan nivîskar û helbestvanê dersîmî koça dawî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i333150-emîr_elî_yaxan_nivîskar_û_helbestvanê_dersîmî_koça_dawî_kir
Emîr Elî Yaxan nivîskar, helbestvan û çalakê siyasî yê kurd û ji kesayetiyên wêjeyî yên Dersîmê koça dawî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 11, 2022 05:29 Asia/Tehran
  • Emîr Elî Yaxan nivîskar û helbestvanê dersîmî koça dawî kir

Emîr Elî Yaxan nivîskar, helbestvan û çalakê siyasî yê kurd û ji kesayetiyên wêjeyî yên Dersîmê koça dawî kir.

Yaxan di sala 1958an da li Dersîmê ji dayîk bû. Ew ji ber çalakiyên siyasî di dema dabeya leşkerî ya 1980î da hat girtin û mehkemekirin.

Emîr Elî Yaxan yekemîn helbestên xwe ku li taxa kurdnişîn a Mamakê ya Enqereyê gotibûn, di sala 1989an da li pirtûkeke bi navê "Şînatiya Ûrmiyeyê" (Urmiye Mavisi) weşandin.

Yaxan her wiha di serdema jiyana xwe ya wêjeyî da sernivîskariya gelek kovaran bi taybet di warê wêjeya kurdî û elewîtiyê kiribû.