Li Wanê 50 koçber hatin desteserkirin
Nîsan 09, 2022 20:58 Asia/Tehran
Li navçeya Rêya Ermûşê ser bi parêzgeha kurdan a Wanê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê 50 koçberên Efxanistanî hatin desteserkirin.
Li gor agahiyên hatine belavkirin, berê sibeha îro Şemiyê 9ê Nîsana 2022ê polîsên tevgera taybet li Taxa Hafiziye ya Rêya Ermûşê bi ser malekê de girtin.
Di operasyonê de 50 koçberên Efxanistanî hatin desteserkirin ku bi rêyên qaçax derbasî navçeyê bûne.
Hat ragihandin ku koçberên desteserkirî bo Rêveberiya Şûbeya Deriyên Sînor û Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiya Bi Koçberan hatine veguehstin. Herwiha 2 kes jî bi tohmeta ku organîzartorî kirine, hatin desteserkirin.