Gotûbêjên nihênî navbera Tirkiye û Rejîma Siyonîst derbarê avakirina boriya veguhestina gazê bo Ewropayê
Medyayên ibrî qala gotûbêjan nihênî navbera Rejîma Siyonîst û Tirkiyê derbarê avakirina boriyeke hevpar a veguhestina gazê kir.
Malpera ibrî ya Israil Defeance'ê ragihand: Gotûbêjên li ser avakirina boriyeke veguhestina gazê lihevalyayî ye û dibe ku bo heyameke dirêj were domandin. Ev mijar her wiha têkildarî plana veguhestina gaza Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê bi alîkariya Rejîma Siyonîst e.
Ev plan avakirina boriya gazê ji Tirkiyê bo meydana neftê ya Lêvîntaya Israîlê ye û gaz bi rêya vê boriyê bo Tirkiyê û ji wir bo welatên başûrê Ewropayê ku li dû dewsgirekê ji bo gaza Rûsiyê ne, dê were veguhestin.
Rayedarekî dewletî yê Tirkiyê got: Şêwirîn di vî warî da ji dema serdana Îshaq Hêrtzûg serokê Rejîma Siyonîst bo Tirkiyê dest pê bûne û heta niha hatine domandin û dibe ku di çend mehên pêşerojê da biryarên pratîkî derbarê hevkariya di vê planê da û rêya veguhestina gazê werin dayîn.
Karên Hêrar wezîrê enêrjiyê yê Rejîma Siyonîst jî got: Hema wisa hin mesele ji wan mijara dabînkirina aborî hene ku divê werin vekolandinê û ev plan divê bi giştî bi sûd û fayde be.
Tevî ku rayedarên dewleta Tirkiyê bi serokatiya Receb Teyib Erdoxan bi caran ragihandiye ku ew pişta gelê Filistînê li hemberî dagirkeriya Rejîma Siyonîst digirin, lê ev piştgirî di asta gotinê
ye û Tirkiye û Rejîma Siyonîst gelek gotûbêjên nihênî di hemî waran da hebûne.
Pêştir jî serokê Rejîma Siyonîst li ser vexwendina fermî ya serokkomarê Tirkiyê serdana vî welatî kir û ev yek bû sebeba nerazîtiyên gelê Tirkiyê.