Nîsan 01, 2022 20:13 Asia/Tehran
  •   Li Tirkiyê bihayê gazê careke din hat zêdekirin

Kompanya Gazê ya Tirkiyê (BOTAŞ) li ser malpera xwe bihayên gazê yên û yê meha Nîsanê belav kir. Li gor bihayên nû gaza li malan tê bikaranîn %35 hat zêdekirin.

Li gorî rapora Rûdawê, Di daxuyaniyekê de BOTAŞê ragihand, bihayê gaza bo berhemanîna elektrîkê tê bikaranîn bi rêjeya %44.30, gaza ji bilî berhemanîna elektrîkê (sektora kar) tê bikaranîn bi rêjeya %50 û gaza li malan tê bikaranîn jî %35 hat zêdekirin.

Li gor daxuyaniyê, bihayên nû dê ji îro 1ê Nîsanê ve bên cîbicîkirin.

BOTAŞê herwiha ragihand ku Tirkiyê zêdetir ji %99ê gaza xwe bi rêya hawirdeyê dabîn dike.

Li Tirkiyê serê sala 2022ê jî bihayê gaza malan bi rêjeya %25 hatibû zêdekirin. Bi vî awayî di nav 3 mehan de bihayê gaza malan %60 hat zêdekirin.

Serepeyv