Gengeşeya li Tirkiyê li ser destûra xwarina giranbiha ya Erdogan
Destûra xwarinê ya taybetî serokkomarê Tirkiyê ji bo meha pîroz a Remezanê di rewşa qeyrana aborî û belengaziya gel, bûye sebeba nerazîbûna serokpartî, kesayetiyên siyasî û medyayên vî welatî.
Tirkiye bi mehan e ku tûşî kêmbûna bihayê lîreyê û zêdebûna belengaziyê bûye. Rewş ewqas qeyranî ye ku gel ji bo kirrîna nanê erzantir li ber nanpêjiyan dikevin rêzên dirêj.
Di rewşeke wiha da Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê di hevdîtina di gel hejmareke çalakên beşa cotkariyê da, destûra xwarinê ya taybetî xwe ji bo meha pîroz a Remezanê ji kesên din ra tewsiye kir û vê destûr-xwarina giranbiha, nerazîtiya medya û kesayetiyên siyasî li pey xwe anî.
Hêjayî gotinê ye ku Erdogan ji ber qeyrana aborî ya giran li Tirkiyê, gelekî kêm li nav gel tê hezkirin û ev yek bûye kêşeyeke cidî ji bo partiya serdest di hilbijartina tê ya vî welatî.