Erdoxan û Zelenskî derbarê gotûbêjên Ukrayn û Rûsiyê axivîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i332802-erdoxan_û_zelenskî_derbarê_gotûbêjên_ukrayn_û_rûsiyê_axivîn
Ofîsa serokkomartiya Tirkiyê ragihand ku Receb Teyib Erdoxan serokkomarê vî welatî roja Îniyê di gel Vlodîmîr Zelenskî hevpêşeyê xwe yê ukraynî bi rêya telefonî axiviye.,
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 26, 2022 07:23 Asia/Tehran
  • Erdoxan û Zelenskî derbarê gotûbêjên Ukrayn û Rûsiyê axivîn

Ofîsa serokkomartiya Tirkiyê ragihand ku Receb Teyib Erdoxan serokkomarê vî welatî roja Îniyê di gel Vlodîmîr Zelenskî hevpêşeyê xwe yê ukraynî bi rêya telefonî axiviye.,

Li gorî rapora IRNAyê ji zarê El-Cezîreyê, Li gorî daxuyaniya Îniyê bi şev a Ofîsa serokkomartiya Tirkiyê, di vê gotûbêja telefonî da serokkomarên du welatan derbarê rewşa Ukraynê û destkeftên gotûbêja navbera Mosko û Kiyêvê axivîne.

Di vê daxuyaniyê da hatiye: Erdoxan ji Zelenskî ra got ku di civîna vê hefteyê ya NATOyê da, serokkomarê Tirkiyê piştevaniya xwe ji yekparçetiya axa Ukraynê dupat kiriye.