Li Amedê girtiyekî Kurd ku 26 sal bû di zindanê de bû canê xwe ji dest da
Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, girtiyê nexweş ê 80 salî Abdullah Boran ku 26 sal bû girtî bû, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Girtiyê nexweşiya pençeşêrê Abdullah Boran, ku li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê dihat girtin, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê canê xwe jidest da. Termê Boran li gundê Tezekan ê navçeya Bismilê hat veşartin.
Boran, sala 1997ê bi tawanê “xerabkirina yekitî û yekparçebûna dewletê" hatibû girtin û cezayê heta hetayê lê hatibû birîn. Boran berî 2 salan bi nexweşiya pençeşêrê ket û 7 meh in li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê bi awayekî kelepçekirî dihat derman kirin. Eva di rewşekê de bû ku gelek ji rêxistinên mafê mirovan û raya giştî dixwest ku ev girtî ji ber rewşa xwe ya tendirustiyê were berdan.
Li gor amarên ku Komeleya Mafên Mirov belav dike, hejmara girtiyên ku li gorî yasayan cezayê xwe temam kirine û divê bêne berdan, derdora 300 kesan e. Herwiha 605 girtiyan nexweşiyên giran jî hene ku her roj di hundir de ber bi mirinê ve diçin.
Li gorî rapora Komeleyê, di sala 2021ê de 28 girtiyan jiyana xwe jidest dane û hejmara binpêkirinan jî li gor 2020an du qat zêde bûye.