Li Stenbola Tirkiyê di pevçûneke çekdarî de 3 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i332768-li_stenbola_tirkiyê_di_pevçûneke_çekdarî_de_3_kes_mirin
Li Kuçukçekmece ya Stenbolê di deriyê parka otomobîlan a dadgehekî de, piştî rûniştina doza li dadgehê di navbera herdu aliyên nakok de şer derket. Li gor agahiyên çapemeniya Tirkiyê di wê pevçûna di navbera herdu aliyên nakok de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn. Hat ragehandin 17 kes hatine girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 24, 2022 17:12 Asia/Tehran
  • Li Stenbola Tirkiyê di pevçûneke çekdarî de 3 kes mirin

Li Kuçukçekmece ya Stenbolê di deriyê parka otomobîlan a dadgehekî de, piştî rûniştina doza li dadgehê di navbera herdu aliyên nakok de şer derket. Li gor agahiyên çapemeniya Tirkiyê di wê pevçûna di navbera herdu aliyên nakok de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn. Hat ragehandin 17 kes hatine girtin.

Li Kuçukçekmece ya Stenbol a Tirkiyê, di navbera du aliyên nakok ên doza wan li dadgehê, piştî rûniştina dadgehê li deriyê parka otomobîlan a dadgehê piştî niqaşê şer û pevçûn derket û çek hatin bikaranîn.

Piştî şer û pevçûnê polîs destwerdan li bûyerê kir û tîmên tenduristiyê gihêştin cîhê bûyerê û li gor lêkolînên destpêkê di bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, yek jê giran 4 kes jî birîndar bûn.

Piştî polîs destwerdan li bûyerê kir, 17 kes hatin girtin û 2 demançe û çifteyekî ku di bûyerê de hatine bikaranîn jî dest li ser de hat girtin.