Adar 24, 2022 16:29 Asia/Tehran
  • Di encama teqîna îro li Amedê de heta niha 10 kes birîndar bûne

Îro li navçeya sêyem a pîşesaziyê ya bajarê kurdî yê Amedê li Tirkiyê teqînek çê bû û li gor agahiyên destpêkê heta niha 10 birîndarê teqînê rakirine nexweşxanan.

Hejmareke zêde ya polîs, tîmên hawarçûna bilez, agirkuj û AFAD gihîştine cihê bûyerê û polîsan cihên nêzîkî teqînê dorpêç kirine.

Li nêzîk cihê teqînê herwiha girseyeke qelebalix kom bûne.

Rûdawê ji Amedê ragihand, li gor agahiyên destpêkê teqîn di nava kargehekê de çê bûye û gelek kes birîndar bûne.

Parêzgarê Amedê Munîr Karaoglu ji ajansa fermî ya Tirkiyê re ragihandiye, li gor zanayriyên destpêkê 10 birîndarên teqînê bo nexweşxanan hatine veguhastin ku birîna 5 kesan giran e.

Di kêliyên destpêkê de behsa birîndarbûna 14 kesan hatibû kirin.

Parêzgarê Amedê herwiha diyar kir, Karaloglu, “Tîmên agirkujiyê, AFAD, UMKE û ekîbên tendirustiyê demildest destwerdan di bûyerê de kirin. Bûyer ji gelek aliyan ve tê lêkolînkirin. Teqîn ji ber tûpa pîşesaziyê çê bûye.”

Navçeya sêyem a pîşesaziyê ya bajarê Amedê dikeve navçeya Kayapinarê û li ser rêya Amed-Rihayê ye.

Serepeyv