Encûmena Ewropayê: Li Tirkiyê danîna qeyûman zerarê dide demokrasiya xwecihî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i332728-encûmena_ewropayê_li_tirkiyê_danîna_qeyûman_zerarê_dide_demokrasiya_xwecihî
Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Encûmena Ewropayê diyar kir ku li Tirkiyê danîna qeyûman bi awayekî cidî zerarê dide hilbijartina demokratîk a welatiyan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 22, 2022 15:12 Asia/Tehran
  •   Encûmena Ewropayê: Li Tirkiyê danîna qeyûman zerarê dide demokrasiya xwecihî

Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Encûmena Ewropayê diyar kir ku li Tirkiyê danîna qeyûman bi awayekî cidî zerarê dide hilbijartina demokratîk a welatiyan.

Li gorî nûçeya Rûdawê ji zarê Euronews'ê, Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Encûmena Ewropayê raportek amade kiriye û dibêje li Tirkiyê danîna qeyûman zerarê dide demokrasiya xwecihî.

Di raportê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku danîna berdewam a qeyûman li şûna serokên şaredariyan ên bi tohmeta terorê ji kar hatine dûrxistin, ji demokrasiya xwecihî re bûye asteng.

Herwiha di raportê û pêşnûmaya girêdayî wê de li Tirkiyê pênasekirina berfireh a tawanên terorê ku di qanûna têkoşîna Dij-Terorê de cîh dîgire hatiye rexnekirin û tê gotin ku  bi awayekî cidî zerarê dide hilbijartina demokratîk a welatiyan.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, raport û pêşnûma ji aliyê Vladimir Prebilic ê Slovanî û David Eray ê Swîsreyî ve hatiye amade kirin û roja Çarşembê 23ê Adara 2022an piştî gotûbêjê dê bikevin dengdanê.

Li Tirkiyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 31ê Adara 2019an de 65 şaredarî bi dest xistin lê bo 49 şaredariyên wê qeyûm hatin danîn û 6 ji wan jî nehatin erkdarkirin. Di hilbijartina berî wê de jî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) rêveberiya 102 şaredariyan bi dest xistin lê qeyûm bo 96ê şaredariyên wê jî hatin danîn.