Wezîrê Karên Derve yê Rûsya û Ukraynê li Antalyayê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i332475-wezîrê_karên_derve_yê_rûsya_û_ukraynê_li_antalyayê_ne
Wezîrê Karên Derve yê Rûsya û Ukraynê Sergey Lavrov û Dmîtro Kuleba bi mebesta beşdariya civîna sêalî ya wezîrên karên derve yên Rûsya-Ukrayn-Tirkiyeyê ku biryar e îro li Antalyayê bê lidarxistin hatin Antalyayê.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Adar 10, 2022 06:25 Asia/Tehran
  •   Wezîrê Karên Derve yê Rûsya û Ukraynê li Antalyayê ne

Wezîrê Karên Derve yê Rûsya û Ukraynê Sergey Lavrov û Dmîtro Kuleba bi mebesta beşdariya civîna sêalî ya wezîrên karên derve yên Rûsya-Ukrayn-Tirkiyeyê ku biryar e îro li Antalyayê bê lidarxistin hatin Antalyayê.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Balafira taybet a ku Lavrov û heyeta Rûs tê de bûn daket Balafirgeha Antalyayê û heyet ji bo hêwirînê li Serîka navçeya Antalyayê derbasî Otêla Ragnum Caryayê ya 5 stêrk ku li Navenda Turîzmê ya Belekê ye bû.

Herwiha balafira taybet a ku Kuleba û heyeta Ukraynê tê de bûn jî daket Balafirgeha Antalyayê û heyet ji bo hêwirînê derbasî Otêla Ragnum Caryayê bû.

 

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, Lavrov û Kuleba dê îro li wê otêlê bicivin.