Xwepêşandanên li ser serdana serokê Rejîma Siyonîst bo Tirkiyê berdewam in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i332473-xwepêşandanên_li_ser_serdana_serokê_rejîma_siyonîst_bo_tirkiyê_berdewam_in
Komek ji ciwanên Tirkiyê bi armanca şermezarkirina serdana serokê Rejîma Siyonîst bo welatê xwe, ala vê Rejîmê şewitandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 09, 2022 20:13 Asia/Tehran
  • Xwepêşandanên li ser serdana serokê Rejîma Siyonîst bo Tirkiyê berdewam in

Komek ji ciwanên Tirkiyê bi armanca şermezarkirina serdana serokê Rejîma Siyonîst bo welatê xwe, ala vê Rejîmê şewitandin.

Tevî nerazîbûna gelê Tirkiyê li hember serdana Serokomarê rejêma Îsraîlê Îshaq Herzog bo welatê xwe, îro piştî nîvro (çarşemê) ew(Herzog) li ser vexwandina fermî ya Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, giheşte paytexta Tirkiyê, Enqerê.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Fars News`ê, ciwanên Tirkiyê li navçeyên curbicur ên vî welatî ala Rejîma Siyonîst daxistin û agir berdanê û alayên Filistînê rakirin.

Xelkê bajarê Stenbola Tirkiyê jî roja Sêşemiyê li xwenîşandana dijî Rejîma Siyonîst alayên vê Rejîmê şewitandin.

Xwepêşanderan duh bi qîrîna dirûşmên “Allah-u-Ekber” û “Bimre Îsraîl” û “Bimre Amerîka” nerazîbûna xwe li hember serdana Herzog anîn ziman.

Li ser serdana Îshaq Herzog Serokê rejîma Îsraîlê ya Enqerê, Sekreterê Giştî yê Partiya Seadetê ya Tirkiyê Karamalaoglu, li 81 parêzgehan bang li gelê Tirkiyê kir ku xwepêşandanan bikin.

Di rewşekê de serokê Rejîma Siyonîstî sefera Tirkiyê dike ku rayedarên dewleta vî welatî bi serokatiya "Recep Teyib Erdogan" bi caran ragihandine ku li hember dagîrkeriya Rejîma Siyonîst piştgiriya gelê Filistînê dikin, lê ev piştgirî bi durûtî û  tenê di forma gotin û sloganan de bûye û ti caran neketiye forma pratîkê.

Serdana serokê Rejîma Siyonîst bo Tirkiyê du rojan dom dike.