Sibat 25, 2022 22:20 Asia/Tehran
  • Erdogan li ser rewşa Ukraynê: Divê NATOyê gaveke hê biryardar biavêta

Serokomar Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê Civîna Serokan ya NATOyê da wiha got, "Divê nebe civîna şermezarkirinê ya ji rêzê. Divê NATOyê gaveke hê biryardar biavêta."

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Serokomar Tirkiyeyê ku di qeyrana Ukraynê da li aliyê Ukraynê sekiniye û rexne li Rûsiyê girtine roja Înê der barê Civîna Serokan ya NATOyê da got, "Divê nebe civîna şermezarkirinê ya ji rêzê. Divê NATOyê gaveke hê biryardar biavêta."

Erdogan ji bona welatiyên Tirk yên li Ukraynayê jî diyar kir Wezareta Karên Derva der barê mijarê da daxuyanî daye û got ku him balyozxane û him jî konsolosxaneyên me amade ne ku gavên hewce dikin biavêjin.

Erdogan piştî operasiyona leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê der barê helwesta Yekîtiya Ewropayê (YE) da got ku Yekîtiya Ewropayê û her wiha hemû hişmendiyên Rojavayî mixabin hê jî helwesteke cidî û biryardar nîşan nedane."

Serokomar Erdogan diyar kir li Ukraynayê piştî operasiyona leşkerî ya Rûsyayê alema Rojava ku heta îro li ser hev şîretan dida niha jî dîsa şîretên xwe dubare dike.

 

Serepeyv