Dolar 14 lîre derbas kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i332168-dolar_14_lîre_derbas_kir
Piştî êrîşa Rûsyayê li dijî Ukraynayê destpê kir, lîreyê Tirkî li hember dolar nirxê xwe jidest da û her dolarekî 14 lîreyên Tirkî derbas kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 24, 2022 12:24 Asia/Tehran
  • Dolar 14 lîre derbas kir

Piştî êrîşa Rûsyayê li dijî Ukraynayê destpê kir, lîreyê Tirkî li hember dolar nirxê xwe jidest da û her dolarekî 14 lîreyên Tirkî derbas kir.

Êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê îro sibehê 24ê Sibata 2022an destpê kir. Êrîşa Rûsyayê di serî de bihayên enerjî, zêr û pereyên biyanî bandoreke nerênî li aboriya cîhanê kir.

Bi destpêkirina êrîşê, lîreyê Tirkî jî nirxê xwe li hember dolar ji dest da û her dolarek ji 13.70 lîreyan derket 14.18 lîreyan.

Rewşa aborî ya Tirkiyê di heyameke hestyar de ye û her bûyerek bandorê lê dike. Di meha Kanûna 2021ê de dolar gihiştibû 18 lîre û paşê daketibû jêr 14 lîreyan.