Sibat 22, 2022 10:52 Asia/Tehran
  • Tirkiyeyê bertek nîşanî biryara Pûtîn da: Em qebûl nakin

Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê li ser biryara Rûsyayê ya ku serxwebûna komarên Donetsk û Luhanskê qebûl dike got: "Em vê biryara Rûsyayê wek biryareke nayê qebûlkirin dinirxînin û qebûl nakin."

Li gorî rapora Ajansa Anatoliyê, Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê da hat gotin biryara Rûsyayê yaku komarên Donetsk û Luhanskê qebûl dike dijî peymanên Mînskê ye û ji bilî vê binpêkirina desthilatî û yekîtiya Ukraynayê ye.

Anatoliyê nivîsiye: Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê wiha dewam kir: "Em vê biryara Rûsyayê wek nayê qebûlkirin dinirxînin û qebûl nakin. Bi wesileyê em alîgiriya xwe ya parastina yekîtiya siyasî û axên Ukraynayê destnîşan dikin. Em bangî hemû aliyan dikin ku bila aqlê selîm tevbigerin û guh bidin hiqûqa navneteweyî."

Hêjayî gotinê ye ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn êvara Duşemê 21ê Sibata 2022an derbarê rewşa Donbasê de gotarek pêşkeşî raya giştî kir û got: “Donbas ji aliyê dîrokî ve parçeyek ji Rûsyayê ye. Ew cihên ku di dîrokê de beşek ji Împaratoriya Rûsyayê bûn, em neçarbûn bidin."

Vladimir Putîn piştî gotara xwe qedand biryarnameya derbarê naskirina rêveberiyên Donetsk û Luhanskê yên alîgirên Rûsyayê yên li rojhilatê Ukraynayê îmze kir.

Serepeyv