Peyama Selahedîn Demîrtaş bo xwendekarên dibistanan: "Dersên Kurdî hilbijêrin"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i331798-peyama_selahedîn_demîrtaş_bo_xwendekarên_dibistanan_dersên_kurdî_hilbijêrin
Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş peyamek belav kir û bang li xwendekaran kir, “Kurmancî hilbijêrin, Kirmanckî (Zazakî) biweçînê.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 31, 2022 15:33 Asia/Tehran
  •  Peyama Selahedîn Demîrtaş bo xwendekarên dibistanan:

Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş peyamek belav kir û bang li xwendekaran kir, “Kurmancî hilbijêrin, Kirmanckî (Zazakî) biweçînê.”

Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş ku niha di zindanê de ye, li ser hesaba xwe ya Twitterê, derbarê dersa bijarte ya Kurdî de peyamek belav kir.

 

Selahedîn Demîrtaş di peyama xwe de bi bîr dixe ku proseya hilbijartina dersên bijarte bo 7ê Sibatê hatiye dirêjkirin û bang li ciwanan dike, “Tika ye li dibistanan zimanê xwe yê dayikê hilbijêrin. Kurmancî hilbijêrin. Kirmanckî (Zazakî) biweçînê.”

Selahedîn Demîrtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve li bajarê Edîrneya Tirkiyê zindanîkirî ye û tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî heta niha nehatiye berdan.