Erdoxan soza xwe ji bo kêmkirina asta bihabûnê dubare kir
Serokomarê Tirkiyê careke din soza kêmkirina asta bihabûnê da.
Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Receb Teyiob Erdoxan serokomarê Tirkiyê beriya piştî jikaravêtina serokê Navenda Amarê ya vî welatî ji ber weşandina asta bihabûnê, roja Şemiyê careke din soz da ku ji bilî kêmkirina nirxa fayîzê (sûda bankê), asta bihabûnê jî dê kêm bike.
Erdoxan ku ji aliyê dijberan va bi sûcên lawaziya di mijarên aborî da tê tawanbarkirin, qeyrana aboriyê ya Tirkiyê avête ser ustiyê dijminan û got: Dijminan dema ku dît nikarin Tirkiyê bixin bin kontrola xwe, di salên borî da bi hemî hêza xwe aboriya welêt kirin armanc.
Gişt tevdîrên Erdoxan ku piştî bihabûnê û daketina bihayê lîreyê pêk hatine, tûşî şiekstê bûne.
Seîd Erdal Serokê Rêxistina Amarê ya Tirkiyê çend roj berê nirxa înfalasiyona salane ya Tirkiyê di sala 2021ê da 36.1 % da zanîn û ragihand ku ev asta înflasiyonê di 19 salên borî da kêmdîtî; Lê Erdoxan derdem ew ji ber vê raporê ji kar avêt.