Çile 28, 2022 12:37 Asia/Tehran
  • Civîna Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê

Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê banga kêmkirina rageşiyan di navbera Rûsya û Ûkraynayê de kir.

Li gorî malpera rojnama Hurriyet a Tirkiyê, yekemîn civîna Konseya Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê di sala 2022an de ku mijara herî girîng a wê li ser zêdebûna kêşeyên di navbera Rûsya û Ukraynayê de bû, bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan birêve çû.

Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê hewlên ji bo pêşxistina aştî û aramiyê li Başûrê Qafqasyayê nirxand û tekezî li ser giringiya pêşxistina van hewlan bi helwestên çêker û rastger ên hemû aliyan bi taybet Tirkiye û Ermenistanê kir.

Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê her wiha bang li Yewnanîstanê kir ku bersiveke erênî bide daxwazên Tirkiyê yên diyalog û hevkariyê. Vê Konseyê herwiha desnîşan kir:  “Tirkiye bi biryar e ku maf û berjewendiyên xwe yên li Ege û Behra Spî biparêze.

Piştî geşedanên sala 2014an û referanduma tevlîkirina nîvgirava Kirimê bi Rûsyayê re û pevçûnên artêşa Ukraynayê bi Rûsiyên alîgirên Rûsyayê re li herêma Donbasê, têkiliyên navbera Moskova û Kîevê aloz bûn û hin welatên rojava jî di nav de Amerîkayê ev alozî gurrtir kirin.

Serepeyv