Ji ber kêmbûna enerjiyê hilberîna kargehên mezin ên Tirkiyê rawestiya
Hilberîna gazmezin ên di çêkirina trombêlan û parçe û parû vehonadinê(tekstîlê) ya Tirkiyê de ji ber ku girêdayî îthalata gaza xwezayî ya ji welatên din e, di tengasiyê de ye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB`ê ji Enqerê, berpirsên her sê kompleksên pîşesazî yên Bursa, Kucalî û Eskî Şehîrê ragihandin ku ji ber kêmbûna dabînkirina enerjiyê û qutbûna veguhestina gazê ji Îranê, ew neçar mane ku kargehên xwe ji bo sê rojan bigrin.
Hefteya borî ji ber kêmbûna çîpên elektronîk, şîrketa Oyak Renault a Tirk, hilberîna xwe ji bo du hefteyan rawestandibû.
Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî ya Tirkiyê daxwaz ji kompaniyên berhemhêner ên wî welatî kiriye, ku gazê ji mişteriyên mezin ên gazê re 40% kêm bikin.
Girêdana Tirkiyê bi Îran, Rûsiya û Komara Azerbaycanê ji bo hinartina gazê, ev welat xistiye nav krîzeke bêmînak, bi taybetî di demsala zivistanê de.