Çile 21, 2022 12:34 Asia/Tehran
  • Li 4 parêzgehên kurdên Tirkiyê riyên 646 gundan ji ber berfê hatin girtin

Li Kurdistana Tirkiyê barîna berfê berdewam e û rêyên gelek gund û navçeyan ji ber berfê hatine girtin. Li 4 parêzgehên Kurdistana Tirkiyê rêya 646 gundan ji ber berf û pûkê hatin girtin.

Li parêzgehên Wan, Mûş, Colemêrg û Bedlîsê riyên 646 gundan ji ber berfê hat girtin.

Li parêzgeha Wanê riyên 202 gundan ji ber berf û pûkê hat girtin. Li gor Îdareya Taybet a Bajêr, karmend û makîneyên kar xebatên vekirina riyan berdewam dikin û tîmên Rêveberiya Riyên Bejahiyê bo vekirina riyên Wan-Payîzava, Wan-Agirî, Wan-Bazîdê kar û xebatên xwe didomînin.

Li parêzgehên Erzerom, Qers, Erdexan, Îdir, Agirî, Erzîngan û Dêrsimê riyên 1972 gundan ji ber berfê hatine girtin. Herwiha Wan, Mûş, Colemêrg û Bedlîsê jî riyên 581 gundan ji ber berfê hatin girtin û karûbarên vekirina riyan berdewam in.

Li parêzgehên Colemêrg, Mûş û Bedlîsê jî bi heman awayî bo vekirina riyên girtî tîmên berpirsiyar kar û xebatên xwe berdewam dikin.

Li piraniya parêzgehên kurdan û Tirkiyê barîna berfê eva çend roj in destpêkiriye û li gor zanyariyên Saziya Keşûhewayê dê nêzîka hefteyekê berdewam bike. Li parêzgehên Erzerom, Qers, Erdexan, Îdir, Agirî, Erzîngan û Dêrsimê riyên 1972 gundan ji ber berfê hatin girtin.

Serepeyv