Çile 18, 2022 18:31 Asia/Tehran
  •  Di navbera Tehran û Wanê da seferên balafiran di 31ê rêbendanê da dest pê dikin

Di navbera Tehrana paytextê Îranê û Wanê da seferên balafirê wê di 31ê rêbendanê da dest pê bike.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Balafira rêhewaya taybet a Îranê wê her hefte roja duşem û înê were Wanê. Rêvebirên şirketê Walî û Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin Mehmet Emîn Bîlmez ziyaret kir.

Ziyaret li miqamê Walîtiyê pêk hat û rêvebirên Îranî der heqê seferên balafirê yên navbera Tehran û Wanê da Bîlmez agahdar kir.

Bîlmez ji rojnamegeran ra diyar kir, ji bo ku ji Tehranê tûrîst rasterast werin Wanê, wan bi şirketeke rêhewayê ya taybet ra hevdîtin kir û wiha dewam kir:

"Rayedarên şirketê hatin vê derê. Bi awayê fermî miracaatî Meydanên Hewayê ya Dewletê kir. Wê ewraqên xwe kêm di demeke kin da temam bikin. Vê gavê me seba çar seferên ewil li hev kir. Sefera ewil wê di 31ê rêbendanê da dest pê bike. Sefer wê pêşiyê di hefteyê da 2 rojan were kirin. Jimara seferan wê li gor daxwazê zêde bibe. Bi balafira rêwiyan a Boeing 737ê va sefer werin kirin. Ev balafir 120 kesî hildidin."

Sefer wê rojên duşem û înê werin kirin û wê di saet 18.30î da ji Balafirgeha Tehranê rabe. Li Balafirgeha Van Ferît Melenê jî balafir wê di saet 19.30î da rabe.

Serepeyv