Çile 15, 2022 21:10 Asia/Tehran
  •  Erdogan ji ser têlefonê bi Serokwezîrê Îngiltereyê Johnson ra axivî

Serokomarê Tirkiyê ji ser têlefonê bi Serokwezîrê Îngiltereyê Johnson ra axivî.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji ser têlefonê bi Serokwezîrê Îngiltereyê Borîs Johnon ra axivî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê weşand di hevdîtinê da li ser gavên ji bo xurtkirina hevkariya pîşesaziya parastinê heta bazirganiya di navbera Tirkiye û Qraliyeta Yekbûyî hat sekinîn.

Di hevdîtinê da qala rûdanên li Sûriye û Ukraynayê, avûhewa û penaberan û mijarên herêmî û gerdunî hat kirin.

 

Serepeyv