Çile 08, 2022 19:31 Asia/Tehran
  • Balafirên şer ên Tirkiyê li ser giravên Yewnanîstanê yên ku lê dijîn firîn

Televîzyona dewletê ya Yewnanîstanê îro Înê ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyê li giravên bi niştecih ên wî welatî geriyan.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, 2 balafirên Yewnananistanê jî piştî ku balafirên Tirkiyê herêma esmanî ya Yewnanistanê binpê kirin balafirên Tirkîyê şopandin.

Beriya 2 hefteyan Wezareta Parastinê ya Yewnanîstanê ragihandibû ku Tirkiyê 25 balafirên leşkerî ku ji wan 20 balafirên şer ên F-16, 3 balafirên sîxuriyê yên CN-235, balafirek bêmirov û helîkopterek şandine ser qada hewayî ya Yewnanîstanê.

Têkiliyên di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de wek du endamên NATO'yê pir caran aloz û tengezar in, sala borî ev pêwendî ewqas xirab û aloz bûn ku keştiyên şer ên her du welatan li rojhilatê Deryaya Spî li ser sînorên deryayî û mafên enerjiyê ketin hemberî hev û her du alî ber şer û pevçûnê gav davêtin.

Serokwezîrê Yewnanîstanê roja Duşemê got ku eger Tirkiye dixwaze têkiliyên dualî bi Yekîtiya Ewropayê re asayî bike, divê dawî li kiryarên xwe yên provokatîf ên li Deryaya Ege, Rojhilatê Derya Spî û li dijî Yewnanîstanê bîne.

Serepeyv