Di nava belengazî û qeyrana aborî da: Serokomarê Tirkiyê mûçeya xwe zêde kir
Çile 06, 2022 18:58 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê di germegerma belengaziya berfireh li vî welatî, mûçeya xwe zêde kir.
Li gorî rapora malpera Duvarê li Stenbolê, Mûçeya Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê wek beşeka pêşniyara bûceyê ku pêştir haatibû pejirandin, bi zêdebûna sedî 14.4, ji 88 hezarî gihîştiye 100 hezar û 750 lîreyên Tirkiyê.
Dewleta Tirkiyê her wiha destûr da bi zêdebûna asta bihabûnê li vî welatî, mûçeya rayedarên dewletê di sala 2022an da zêde bibe.