Rewşa awarte li parêzgeha Şirnexê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê ji bo salekê
Walîtiya Şirnexê ragihand, li 14 deverên ser bi Şirnexê ve ji bo salekê qedexe hatiye ragihandin. Di daxuyaniya Walîtiya Şirnexê de hatiya ragihandin, ji 1 Çileyê ve 14 deverên ser bi bajarê Şirnexê ve wek deverên ewlehiyê yên demkî hatine destnîşankirin.
Li gor wê daxuyaniyê, devera çiyayê Cûdî, devera Bestanê, devera Kureşînê, devera çiyayê Gabarê û 10 deverên din ên çiyayî wek deverên demkî yên ewlehiyê anku deverên qedexekirî hatine destnîşan kirin û dê qedexe heta 31’ê Kanûna 2022’an berdewam bike.
Ji xwe ev ragihandina qedexetiyê heman ragihandina Rewşa Avarteyê û qanûnê vê rewşê digire ber xwe.
Hêjayî gotinê ye ku beriya sala 2020’an jî gelek caran li bajarên Kurdistana Tirkiyê, ji ber operasyonên leşkerî deverên qedexekirî dihatin ragihandin. Walîtiyê hişyarî daye welatiyan ku bêyî agahdariya saziyên ewlehiyê li deveran negerin.