Çile 02, 2022 14:32 Asia/Tehran
  • Bihabûn, sernavê hevpar ê pirraniya rojnameyên Tirkiyê

Rojnameyên Tirkiyê zêdebûna asta zamê (bihabûnê) li vî welatî kiriye sernavê xwe.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Gelek rojnameyên Tirkiyê îro Yekşemî mijara bihabûnê li wêne û sernavên xwe yên îro berbiçav kiriye.

Rojnameyên Tirkiyê her wiha bi sernavekî tevî amajeya bi bihabûnê di roja yekem a sala 2022an da nivîsî: Em ê pergala serokatiyê hilweşînin.

Ev rexneya rojnameyên Tirkiyê ji rewşa niha di halekî da ye ku  Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê çend roj beriya niha careke din îdia kir ku aboriya vî welatî pêş dikeve û Tirkiye di pêşerojê da dê bibe yek ji 10 welatên sereke yên cîhanê ji hêla aboriyê va.

 

Serokomarê Tirkiyê her wiha îdia kiribû ku dewleta Tirkiyê rê li ber aloziya aborî li vî welatî girtiye.

 

Serepeyv