Bihayê gaz û elektrîkê li Tirkiyê zêde bû
Çile 01, 2022 18:02 Asia/Tehran
Dewleta Tirkiyê bihayê elektrîkê ji bo mesrefên navmalî û şirketan bi qasî ji ssedî 50 heta 100î û bihayê gaza xwezayî jî careke din zêde kir.
Li gorî rapora Reutersê, Dewleta Tirkiyê di halekî da roja Şemiyê ev nûçe ragihand ku tê gotin ev zêdebûna bihayan bûye sebeba zexta li ser aboriya ku tûşî bihabûnê bûye.
Rêveberiya eyarkirina rêzikên bazara enêrjiyê ya Tirkiyê ragihand, Bihayên elektrîkê yên sala 2022an derdora sedî 50 ji bo malbatên kêm-mesref zêde bû. Ev di halekî da ye ku bihayê elektrîkê ji bo bikarênerên ticarî li Tirkiyê zêde ji sedî 100î zêde bûye.
Kompaniya Botaşê jî ragihand ku bihayê gaza xwezayî ji bo malan di meha Çileyê da sedî 25 û ji bo beşa pîşeyê sedî 50î zêde bû.