Kanûn 30, 2021 17:11 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê li dijî serokê partiya opozesiyon a sereke li dadgehê de dozê vedike

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, ku derbarê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu de li dadgehê de dozê vedike.

Kemal Kiliçdaroglu, berî çend rojan gotibû: “Guhê xwe didin telefonên hemû şaredarên CHP û bo wan mêzeyên taybet hatine avakirin.”

Suleyman Soylu, derbarê gotinên Kiliçdaroglu de li ser hesabê xwe yê Twitterê îdia kir: “Kemal Kiliçdaroglu, dema bi HDPê re mil bi mil disekine û wêneyan dikşîne, weke wan lê hatiye. Em derbarê Kiliçdarogluyê her sal di meha Kanûnê de heman bêbextiyê diguhere û dubare gilî tomar dikin.”

Soylu herwiha dibêje ku bi îdiayên nerast hêzên ewlekariyê tên tohmetbarkirin û rêyên guhdarîkirina telefonan bi qanûnan hatiye nîşandan ku dê çawa be.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê îdia kir: Armanca wan îdiayên derbarê guhdarîkirina axaftinên şaredariyan, têkbirina morala hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ye.

Serepeyv