Amarên ketin û mirina bi Koronayê li Tirkiyê her diçe zêde dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i331047-amarên_ketin_û_mirina_bi_koronayê_li_tirkiyê_her_diçe_zêde_dibe
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fexredîn Koca ragihand, hejmara qurbaniyên vîrusa Koronayê li vî welatî zêde bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 30, 2021 13:11 Asia/Tehran
  • Amarên ketin û mirina bi Koronayê li Tirkiyê her diçe zêde dibe

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fexredîn Koca ragihand, hejmara qurbaniyên vîrusa Koronayê li vî welatî zêde bûye.

Li gorî nûçeya ajansa IRIB Newsê, Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca şeva Çarşemê ragihand di 24 saetên borî de, li welêt 36 hezar û 684 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 142 welatiyên Tirkiyê jî ji ber nexweşiya Kovîd-19ê mirine. 

Bi vê amara nû, hejmara kesên ku bi vîrusa koronayê ketine li Tirkiyê derket 9 milyon û 402 hezar û 83 kesan. Hejmara qurbaniyên vîrusê jî gihîşt 82 hezar û 59 kesan.

Di van rojên dawî de li Tirkiyê ketin û mirina bi vîrûsa koronayê dîsa zêde bûye.