Nirxê lîreyê Tirkî dubare daket; dolar 13 lîre derbas kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i331041-nirxê_lîreyê_tirkî_dubare_daket_dolar_13_lîre_derbas_kir
Nirxê lîreyê Tirkî, careke din li hember dolar û pereyên biyanî dadikeve û dolarek bû 13.33 lîre.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 30, 2021 10:21 Asia/Tehran
  • Nirxê lîreyê Tirkî dubare daket; dolar 13 lîre derbas kir

Nirxê lîreyê Tirkî, careke din li hember dolar û pereyên biyanî dadikeve û dolarek bû 13.33 lîre.

Lîreyê Tirkî di meha Kanûnê de %50yî zêdetir nirxê xwe jidest dabû û 19-20ê mehê dolarek 18 lîre derbas kir. Piştî roja 20ê Kanûnê Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, biryarên nû yê aboriyê eşkere kirin, nirxê lîre %33 zêde bû û dolarek bi 10.99 lîreyan re hat firotin.

Lîreyê Tirkî ji roja Duşemê 27ê Kanûnê ve bi awayekî berdewam nirxê xwe jidest dide û îro dolarek bû 13.33 lîre.

Li gor biryarên nû yê aboriyê, welatiyên pereyên xwe wek lîre razînin bankayan, zirara wan a li hember dolar dê ji aliyê xezîneya dewletê ve bê dabînkirin.