Kanûn 14, 2021 09:50 Asia/Tehran
  •  Sarûhan Oluç: Li Banka Navendî operasyona diziyê tê kirin

Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç bilindbûna kura dolar nirxand û got: “Diziyek mezin û operasyona pêşkêşê heye. Yê vê operasyonê birêve dibe Banka Navendî ye.”

Li gorî rapora ajansa Mezopotamyayê (MA), Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên derbarê aboriyê de nirxand. Oluç anî ziman ku di kêliyên ku hevdîtinên budçeyê yên li Desteya Giştî de berdewam dikin de û budçe bi 9,27 kura dolaran hat amadekirin. Oluç da zanîn ku pêşbîniyên budçeyê hemû û nirxandin têk çûne û got: “9,27 li ku 14,5 li ku ye. Bêyî budçe were revîzekirin, wê bi dengên AKP-MHP’ê were erêkirin. Di kêliya ku budçeya 2022’yan were qebûlkirin de wê budçe ji qîmetê bikeve.” 

MUDAXILE BI SER NAKEVIN 

Oluç destnîşan kir ku mudaxileyên Banka Navendî yên di hefteya dawî de neserketî bûye û encamek teqez negirtiye.  Oluç da zanîn ku dolar li Banka Navendî nîn in, bi faîzek bilind tê deynkirin û dolar difirin û kes nikare pêşiyê bigire. 

‘DIZIYEK MEZIN HEYE’ 

Oluç bal kişand ser gendeliya ku tê kirin û got: “Diziyeke mezin heye. Di vê navberê de operasyoneke mezin a pêşkêşkirinê li holê heye. Ya ku vê operasyonê dike Banka Navendî ye. Şerm e, guneh e, nirx û dewlemendiyên vî gelî ji kê re tê dayîn? Neçar e were eşkerekirin. Welat dişewite, hin kes li dû qezenca neheqî ne. Em dipirsin, we di hefteya dawî de ji Banka Navendî çiqas pereyên biyanî firotiye? We çiqas faîz ji peyasê deyn kir? Yên ku zêdeyî 100 hezar dolarî dane hev kî ne? Kesên ku zêdeyî 100 hezar dolarî dikirin kî ne? Hûn wê didin kê? Heger ev pirs neyên bersivandin, dê her yek bibe mijara darizandinê. Em pir eşkere dibêjin.” 

Serepeyv