Vîyana Erdogan a ji bo danîna peywendiyan bi Rejîma Siyonîst re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i330536-vîyana_erdogan_a_ji_bo_danîna_peywendiyan_bi_rejîma_siyonîst_re
Serokomarê Tirkiyê piştî serdana xwe ya Qeterê li ser danîna peywendiyan bi Rejîma Siyonîst re axivî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 08, 2021 20:06 Asia/Tehran
  • Vîyana Erdogan a ji bo danîna peywendiyan bi Rejîma Siyonîst re

Serokomarê Tirkiyê piştî serdana xwe ya Qeterê li ser danîna peywendiyan bi Rejîma Siyonîst re axivî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê li bara başbûna peywendiyên vî welatî digel Îmaratê got: Çima ev pêvajo bi Israîlê re nayê şopandin.

Erdogan got: “Hem Îsraîl û hem jî Tirkiye hesasiyetên hev baş dizanin û li gorî wê em ê bi pêş ve biçin.

Derbarê daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê ya derbarê rewşa binçavkirina karsazê tirk Osman Kavala û serokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Selahedîn Demîrtaş de, serokomarê Tirkiyê got: Em van biryaran nas nakin, guh nadin wan û xema me ne ev tişt in; her bi vê hêsaniyê.

Serokomarê Tirkiyê encamên serdana xwe ya Qeterê baş bi feyde nirxand û behsa kûrkirina hevkariyên her du welatan kir.

Tirkiye niha bi krîzeke giran a aborî re rû bi rû ye û raya giştî ya Tirkiyê kesayeta Erdogan û siyasetên wî sebeba vê krîzê dizanin. Gotinên serokomarê Tirkiyê derbarê danîna peywendiyan li gel Israîlê di demekê de ye ku biryareke bi vî rengî ya hin welatên ereb ên navçeyê bi navbeynkariya Waşîngtonê rastî rexneyên zav hat.