Serokomarên Rûsya û Tirkiyê bi telefonê bi hev re axivîn
Serokê Rûsyayê di pêwendiyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê Tirkiyeyî, operasyona balafirên bêpîlot(drone) ên Tirkiyê li Donbasa Ukrayînayê rexne kir.
Li gorî rapora Saziya Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyê (TRT), Navenda Ragihandinê ya Dezgeha Serokomariya Tirkiyê derbarê hevpeyvînên Serokomarên Rûsya û Tirkiyê Vladîmîr Pûtîn û Recep Tayyîp Erdogan de daxuyaniyek da û diyar kir ku her du serokan li ser berfirehkirina peywendiyên dualî gotûbêj kirine.
Vladimîr Pûtîn di vê hevpeyvînê de ligel Erdogan, bi awayekî sergirtî rexne li bikaranîna droneyên Tirkiyê ji aliyê Ukraynayê girt û got, Ukrayna balafirên bêpîlot ên Tirkiyê li herêma şerê Donbasê bikar tîne û reftarên xwe yên wêranker didomîne.
Di peywendiya telefonî de têkiliyên Komara Azerbaycan û Ermenîstanê û mijarên din ên herêmê ji wan Sûriye, Lîbya û Ukraynayê hatin gotûbêjkirin.
Di şerê 44 rojî yê navbera Komara Azerbaycan û Ermenîstanê ya sala 2020’an de, bikaranîna balafirên bêpîlot ên Tirkiyê ji aliyê Bakûyê ve jî cihê nîqaşê bû.