Kanûn 03, 2021 17:16 Asia/Tehran
  •  Kiliçdaroglu: Saziya Amaran ya Tirkiyê bûye saziyeke koşka serokomartiyê

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku Saziya Amaran ya Tirkiyê (TUIK) daxwaza wî ya hevdîtinê qebûl nekiriye û ji ber vê yekê jî 3ê Mijdara 2021ê demjimêr 11:00an de çûye TUIKê lê nikarî biçe hindûr.

Li gorî rapora Rûdawê, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbarê rêjeya zêdebûna enflasyona Mijdarê ku TUIK'ê belav kiribû jî got, “Em hatin me xwest zanyarî werbigrin. Enflasyona salane %21.31 e. Ev amar ne cihê baweriyê ne. Bi rastî enflasyon wek ku ew îdîa dikin? Eger TUIK amaran kêm dike tê wateya ku dibêjin emê kêm mûçe bidin karmend, karker û malnîşînan. Bo parastina mafên wan ez hatin vê derê. Minê pirs bikira ka ev amar ji kê wergirtine. TUIK bûye wek saziyeke qesrê.”

Kiliçdaroglu derbarê daxwaza xwe ya hevdîtina ligel serokê TUIK'ê jî got, “TUIK saziyeke girîng ya Komariyê ye. Amarên vê saziyê 84 milyon welatiyên me eleqedar dike. Me doh ji serokê TUIK'ê daxwaza hevdîtinê kir lê bersiveke erênî neda me. Em hatin ku amarên rast werbigrin. Di malpera xwe ya fermî de dibêjin hûn dikarin bên navenda me û her core zanyariyan werbigrin.”

Piraniya caran saziyên serbixwe û opozisyona Tirkiyê jî amarên ku TUIK dide nerast dibînin û dibêjin li gor xwesteka desthilatê amaran belav dike.

Li gor amarên Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK) ku 3ê Kanûna 2021ê belav kirine  enflasyona Tirkiyê di meha Mijdarê de li gor sala borî bi rêjeya %21.31 û endeksa nirxê serfkaran de jî salane  %54,62 zêde bûye.

Herwiha di Mijdarê de enflasyon %3.51 û enflasyona berhemdêran jî %9.9 zêde bûye.

Serepeyv