Kanûn 03, 2021 14:08 Asia/Tehran
  • Nirxa fermî ya zamê li Tirkiyê hat ragihandin

Navenda Estatîstîkê ya Tirkiyê asta fermî ya zam anku Înflasiyonê ya vî welatî zêde ji 21% da zanîn.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Navenda Estatîstîka Tirkiyê roja Înê ragihand ku asta zamê li vî welatî di Mijdara 2021ê da pêka Cotmehê gihîştiye 21.31% di salê da.

Li gorî vê raporê, Ev asta zamê di sê salên dawîyê da li Tirkiyê bêmînak bûye.

Ji aliyê din va, koma lêkolînên zamê ku saziyeke sivîl li Tirkiyê ye, asta zamê ji bo bikarêneran 58.65 daye zanîn.

Li Mijdara borî da, lîreya Tirkiyê ssedî 40.3 li hemberî dolara Amerîkayê daketiye.

Roja Çarşemiyê her dolareke Amerîkayê gihîşte 14 lîreyî.

Daketina nû ya bihayê Lîreyê piştî wê yekê qewimî ku Receb Teryib Erdoxan sserokomarê Tirkiyê careke din pişta rêbaza nû ya aboriyê girt û got: Ev rêbaz li ser esasa kêmkirina asta fayîzê ye.

 

Serepeyv