Li Tirkiyê: Dolarê bi 13,6 lîreyan dest bi rojê kir
Kanûn 02, 2021 17:18 Asia/Tehran
Dolarê bi 13,6 lîreyî, euro jî bi 15,40 lîreyî dest bi rojê kir.
Li gorî rapora ajansa Mezopotamyayê, Du şev beriya niha Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan tevlî weşana TRT'ê bûbû û teza xwe ya "Faîz sedem e enflasyon encam e" parast û li ser vê dolar derketibû 13,70 lîreyî. Roja çarşemiyê jî dolar, bi 13,57 lîreyî dest bi rojê kir. Euro ku piştî axaftina Erdogan derketibû 15,65 lîreyî jî bi 15,40 lîreyî dest bi rojê kir.
Dolar bi 12,48 lîreyî û euro jî bi 14,15 lîreyî dest bi heftê kiribûn.