Wezîrê aboriyê yê Tirkiyê li ser fermana Erdoxan hat guhertin
Kanûn 02, 2021 10:28 Asia/Tehran
Nûredîn Nebatî li ser fermana Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê bû Wezîrê aboriyê yê Tirkiyê yên nû.
Li gorî rapora IRIB Newsê ji Enqerê, Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê tevî pejirandina devberdana zavayê xwe, Lutfî Elvan Wezîrê aboriyê yê Tirkiyê yê berê, alîkarê wî anku Nûredîn Nebatî li dewsa wî tayîn kir.
Li gorî vê raporê, Nebatî ji alîgirên herî cidî yên kêmkirina asta fayîzê ye.
Ev sêyemîn kes e ku di yeksala borî da bûye Wezîrê aboriyê yê Tirkiyê.
Erdoxan beriya vêya ferman da saziyên dewletê ku derbarê daketina bihayê lîreyê li hemberî pereyên biyanî ku bûye sebeba nerazîtiyên gelemperî li vî welatî, lêbikolin.