Kanûn 01, 2021 13:24 Asia/Tehran
  • Bahozê ziyanên mezin gihandin Stenbolê

Bahoza ku li Stenbolê karîgeriyeke xerab li ser jiyana xelkê kir bû sedema gelek qeza û mirina mirovan. Li bajêr ji ber tofanê 4 kes mirin, 46 kes birîndar bûn. Bi sedan dar jî binî ve derhatin û ketin ser wesayîtan û ziyanên mezin ên maddî çêbûn.

Hinek keştî qelibîn, hinek jî noqî av bûn. Tofan û bahoza li Stenbolê rabû, bû sedema gelek qezayan.

Li navçeya Kartala Stenbolê ji ber bahozê gelek keştî li peravê qelibîn û hinek ji wan ji bo ku noqê av nebin bi werîsê hatin girêdan.

Bayê ji Başûr û Rojavayê Tirkiyê dest pê kir li 17 bajarên herêma Ege û Marmarayê bandoreke xerab li ser jiyana welatiyan kir.

Ji ber bahozê li Stenbolê seferên keştî û balafiran hatin rawestandin. Perwerdehiya rû bi rû ya li dibistanan jî bo rojekê hat rawestandin. Bi sedan dar ji cîhê xwe derketin li ser wesayîtan qelibîn. Gelek baniyên ser malan firiyan û ziyanên mezin ên maddî çêbûn.

Hat ragihandin ji ber bahozê li Stenbolê 4 kes mirin û 46 kes birîndar bûn. Li bajarê Kocaeliyê jî ku nêzî Stenbolê ye 2 kes jiyana xwe ji dest dan.

Serepeyv